شبكة لالش الاعلامية

DAIŞê dû hezar hemwelatiyên Minbicê desteser kirine

DAIŞê dû hezar hemwelatiyên Minbicê desteser kirine

 Çavkanî :basnews

Rêxistina tund a DAIŞê nêzîk dû hezar hemwelatiyên bajarê Minbicê ya Kurdistana rojava desteser kirine û hêzên kurd jî dixwazin operasyonekî taybet bikin.

Berpirsê ragehandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Kobanê ragehand, ku roja dûşema borî hêzekî taybet a dijî teror geheştiye bajêr ku taxa Serb a Minbicê dest dayne ser.

Çekdarên DAIŞê hejmara wan derdora 150 çekdaranin û hemwelatiyên li taxa Serb desteser kirine, wan wek mertal bikartînin û ji aliyên hêzên Sûriyeya Demokratîk û encûmena leşkerî ya Minbicê ve hatine dorpêç kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku serpereştê wê yê serekî YPG ye roja 01.06.2016ê operasyona rizgar kirina bajarê Minbicê yê Kurdistana rojava dabû destpêkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hewlêr û Bexda li ser serxwebûna Kurdistanê li hev kirin

Lalish Duhok

Li bexçeyê mala polîsekî berê 24 cenaze hatin dîtin

Lalish Duhok

 Serok Mesûd Barzanî: Bi helkefta serê sala 2022 ya zayînî ve careke din tekez li ser peyama aştiyane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin

Lalish Duhok