شبكة لالش الاعلامية

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li Almanyayê xortekî Kurd di dema melevanîkirinê de li nav rûbarê Rhine de winda bûye û heta niha nehatiye dîtin. Zêdetirî 24 demjimêran e hêzên hewarçûnê yên Almanyayê li pey wî xortê Kurd digerin lê hêj tiştek ji çarenivîsa wî nehatiye zanîn.

Ew xortê Kurd navê wî Ehmed Xidir û ji Başûrê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê ye û ji dayikbûyê sala 1991 (30 salî) ye. Ehmed Xidir dema sal û nîvekê ye çûye Almanyayê û li kampeke penaberan li wî welatî dima.

Bûyer pêr Çarşemê 9ê Hezîranê û derdora saet 19:00 qewimiye.

Li gor zanyariyên Rûdawê ji kesekî nêzîkî Ehmed ve bidestxistine, tenê du heftiyan bûye ku ew xortê Kurd diçû ser kar û ji bo bêhnvedanê li gel birayekî xwe çûne bajarê Wesel û li ser rûbarê Rhine û li nêzîk Bendera Orsoy çûne nav avê jibo ku melevaniyê bikin.

Wî kesê nêzîkî Ehmed ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji Rûdawê re got: “Piştî ku Ehmed tevî birayê xwe diçe nav avê, pêla avê wî dibe û çend caran hewl dide xwe rizgar bike û hewaran dike, lê ji ber pêlên avê bihêz bûne, nikare xwe bigihîne beravên rûbar û piştre dengek jê nayê û winda dibe.”

Wî kesî herwiha diyar kir: “Hêj çarenivîsa Ehmed ne xuya ye, lê Polîsê Almanya û hêzên hewarçûnê li pey wî digerin û hemû hewldanan dikin jibo zanîna çarenivîsa wî xortî.”

Egereke mezin heye ku ew ciwanê Kurd di rûbarê Rhine de xeniqîbe û avê termê wî ber bi cihekî dûr ve biribe.

Ehmed Xidir ê 30 salî xwendina xwe di Peymangeha Teknîkî de qedaniye û di dawiya sala 2019 de bi rêya qaçax çûye Yunanê û piştre xwe gihandiye Almanyayê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin Efrînê

Lalish Duhok

Hisên Qaidî:Çekdarên DAIŞê revandiyên Êzdî bo bajarê Reqayê veguheztine

Lalish Duhok