شبكة لالش الاعلامية

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Hewlêr (Rûdaw)  Li Almanyayê xortekî Kurd di dema melevanîkirinê de li nav rûbarê Rhine de winda bûye û heta niha nehatiye dîtin. Zêdetirî 24 demjimêran e hêzên hewarçûnê yên Almanyayê li pey wî xortê Kurd digerin lê hêj tiştek ji çarenivîsa wî nehatiye zanîn.

Ew xortê Kurd navê wî Ehmed Xidir û ji Başûrê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê ye û ji dayikbûyê sala 1991 (30 salî) ye. Ehmed Xidir dema sal û nîvekê ye çûye Almanyayê û li kampeke penaberan li wî welatî dima.

Bûyer pêr Çarşemê 9ê Hezîranê û derdora saet 19:00 qewimiye.

Li gor zanyariyên Rûdawê ji kesekî nêzîkî Ehmed ve bidestxistine, tenê du heftiyan bûye ku ew xortê Kurd diçû ser kar û ji bo bêhnvedanê li gel birayekî xwe çûne bajarê Wesel û li ser rûbarê Rhine û li nêzîk Bendera Orsoy çûne nav avê jibo ku melevaniyê bikin.

Wî kesê nêzîkî Ehmed ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji Rûdawê re got: “Piştî ku Ehmed tevî birayê xwe diçe nav avê, pêla avê wî dibe û çend caran hewl dide xwe rizgar bike û hewaran dike, lê ji ber pêlên avê bihêz bûne, nikare xwe bigihîne beravên rûbar û piştre dengek jê nayê û winda dibe.”

Wî kesî herwiha diyar kir: “Hêj çarenivîsa Ehmed ne xuya ye, lê Polîsê Almanya û hêzên hewarçûnê li pey wî digerin û hemû hewldanan dikin jibo zanîna çarenivîsa wî xortî.”

Egereke mezin heye ku ew ciwanê Kurd di rûbarê Rhine de xeniqîbe û avê termê wî ber bi cihekî dûr ve biribe.

Ehmed Xidir ê 30 salî xwendina xwe di Peymangeha Teknîkî de qedaniye û di dawiya sala 2019 de bi rêya qaçax çûye Yunanê û piştre xwe gihandiye Almanyayê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ laliş 123salya rojnamegerya kurdî pîroz dikt

Lalish Duhok

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Lalish Duhok

Di cejnê de zêdetirî 140 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok