شبكة لالش الاعلامية

Salyada şehîdbûna şehîdê nemir (Mehmud Êzdî) hat saxkirin

Salyada şehîdbûna şehîdê nemir (Mehmud Êzdî) hat saxkirin

Tora Laliş:

Bi amadebûna hejmareka kesayetî û berpirsên dam û dezgehên hizbî û mîrîli 18tebaxa 2023ê,Bingehê Laliş tayê Baedrê bi hevkarî digel Lîjna Nawça Baedrê ya PDK rabûn bi saxkirina salyada şehîdbûna şehîdê efsaney (Mehmud Êzdî).

Berpirsê Bingehê Laliş tayê Baedrê mamosta Xelat Baedrî kurtiyek lidor jiyannama dewlemenda simînarbêjî bo amadebûyan da ziman.

Li dûvda simînarbêjî ronahî êxste ser naveroka simînarê û behsa kawdan û egerên helbûna çirîska Şoreşa Gulana pêşkeftî xwaz piştî Niskoya 75ê û rolê şehîdê nemr di bihêzkirina hizra şorşgêryê di wan salanda.

Zêdebarî çendîn gotin û serhatî û bandora wî li ser xelkê deverê pêxemet bizava rizgarî xwaza kurdî da.

Di tewrekê dîtr da amaje da çend kiryarên wî yên wêrek dinava cergê rijêma jinav çuy li deverê, eve û çendîn pirs û babetên dîtrên girêda kesayetya karîzmayî ya şehîdê nemir amadebûyan dane xuyakirin.

 

CH

      

     

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir

Lalish Duhok

Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene

Lalish Duhok

Kirasguhastina rêzdar Mehmet Alataș yê ku 98 salan Êzdiyatî li gundê Șimzê diparast !

Lalish Duhok