شبكة لالش الاعلامية

Ew sewze li cîhanê bi tenê li bajarekî Kurdistanê heye

Ew sewze li cîhanê bi tenê li bajarekî Kurdistanê heye

Çavkanî : Rudaw

ewzeya şelengo di nava Kurdistanê de bi tenê li navçeya Wêranşarê ya Rihayê tê dîtin ku bi şeklê xwe wekî zebeş û bi çeşna (tam) xwe jî wekî xiyar e.

Şelengo di meha Pûşber-Tîrmehê de dadikeve bazaran ku wexta ji nava erdê tê berhevkirin divê di nava 3 rojan de bê xelaskirin. Ew sewze ji bo tirşo, cacix û xwarinên cûr bi cûr jî tê bikaranîn.

Li Wêranşarê her kesê ku xwedî erd in şelengo diçînin lê ji nebûna îmkanên danasînê li derveyê wî bajarî nayê naskirin.

Cotyar û bazirgan Eyyup Koyun dide zanîn ku taybetmendiya wê sewzeyê ew e ku li seranserê cîhanê bi tenê li nava axa Wêranşarê tê dîtin û got, “Rûyê şelengo wekî zebeş, tama wê jî wekî xiyar e. Şelengoyên tal jî ji bo nexweşiya germijkê tê bikaranîn.

Şelengo di nava bazarê de kîloyeka wê bi 4 lîrayê tirkî tê firotin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Silêmanî koçberên Şingalê 2emîn salvegera karesata Şingalê bi merasîmekê bibîranîn.

Lalish Duhok

Bingehê Laliş li Dîrok Û Qewlên Êzidiyan Xwedî Derdikeve

Lalish Duhok

“292 êzîdiyên koçber bûne” ji kampên Dihokê bo Şingalê vegeriyan.

Lalish Duhok