شبكة لالش الاعلامية

Twitter: Me di Nav Şeş Mehên Borî de 235,000 Hesabên Nû Cemidandin

Twitter: Me di Nav Şeş Mehên Borî de 235,000 Hesabên Nû Cemidandin

Çavkanî : BasNews

Twitter îro Pêncşemê ragihand ku wê di nav şeş mehên borî de 235,000 hesabên nû cemidandine, jiber ew piştgirî û pesna terorê didan.

Daxuyanîya Twitterê got ku heta niha bi giştî 360,000 karîner ji nava 2015’an vir ve hatine asteng kirin.

Twitter bi berdewamî dibêje ku cemidandina hesaba karîneran di sala 2015’an de bi rejeya 80 ji sedê pirtir bilind bûye û piranîya cemidandina hesaban demûdest piştî êrîşên terorîstî pêk hatine.

Kompanya Twitter ya bingeh li Amerîka dîyar dike ku wê tedbîrên zêdekirî standine ku hesabên ku hatine cemidandin careke din nikaribin vegerin platformê.

Twitter herwiha dide zanîn ku ew ligel platformên din yên civakî hevkarî dike ku navêrokên terorîstî bêne dîtin û asteng kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

VÎDEO – Xortekî Kurd mar û dûpişkan bi saxî dixwe!

Lalish Duhok

Kurte filmekê gengekê Êizdî d vîstevaleka Moskiyê da pişkdare

Lalish Duhok

Keçeke Mêrdînî ji ber TikTokê jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok