شبكة لالش الاعلامية

Navçeye here balkeş Kaniya Sipî binase

Navçeye here balkeş Kaniya Spî binase

 Navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ve, yek ji deverên herî xweş ê wê parêzgehê ye. Bi taybetî jî Sulava Kanî Spî gelekî balkêş e. Berfa ku dihele, dibe aveke sar û ji bilindahiya nêzîkî 100 metreyî diherike nava xwezayeke bê nimûne..

Li Sulava Kanî Spî berf dihele û ava wê ya sar ji nêzîkî 100 metreyî diherike nav xwezayeke bêhempa. Ev der Kanî Spî ye li navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û di sêyemîn roja Cejna Qurbanê de bi sedan geştyarên navxwe û biyanî serdana vê derê kirin.

Geştyarî anî ziman, “Em hatin navçeya Şaxê, ji bo dîtina sulava berfê, gelekî xweş e, hemû kes li vê derê kêfxweş e, cihekî divê bê dîtin.”

Geştyarên hatine çay û xwarina xwe çêdikin.  Tiştên ku bi xwe re anîne ji bo bicemidin xistine nav ava sar ku wek sarincê ye.

Geştyarekî din jî got, “Em bi malbatî hatin vê derê, bi rastî gelekî xweş e. Berf dihele û ava wê gelekî sar e, zebeşê me di nav avê de ji serma qelişî.”

Parêzgeha Wanê yek ji wan parêzgehan e ku her demsal mazûvaniya hejmarek zêde geştyarên navxwe û biyanî dike. Bi taybet ji ber li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye salane nêzîkî 700 hezar geştyar serdana parêzgehê dikin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl: PKKê Şingal kiriye meydana şer ligel Tirkiyê

Lalish Duhok

Keça Êzdî piştî heft salan gihîşt malbata xwe

Lalish Duhok

Bingehê Laliş hindek daxwaziyan derbarê xwendekarên êzîdî yên xwendina bilind li Kurdistanê pêşkêş diken

Lalish Duhok