شبكة لالش الاعلامية

Berpirsekî pilebilind yê xwendina bilind li Kurdistanê jibo şanda Bingehê Laliş: Ji bo xizmetkirina xwendekarên êzîdî dê hemahengî hebe.

Berpirsekî pilebilind yê xwendina bilind li Kurdistanê jibo şanda Bingehê Laliş: Ji bo xizmetkirina xwendekarên êzîdî dê hemahengî hebe.

Tora Laliş ya Medyayî  

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Xwendina Bilind Dr.Newzad Ebdulah Hacî ragihand ku ji bo xizmetkirina xwendekarên kurdên êzîdî dê hemahengî li gel Bingehê Laliş hebe.
Ev yek di dema serdana şandeke Komîteya Xwendekaran ya Bingehê Laliş ya çandî û civakî de hat, şandê pêkhatibû her yek ji Dr. Munib Seîdo endamê Desteye Bilind ya Bingehê Laliş û birêz Raad Tariq Berpirsê Bingehê Laliş, tayê Bahzanî) û Dîarîn Xudêda endama Desteye Bilind ya Bingehê Laliş .

Dr. Munib Sîdo di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Laliş got: “Di hevdîtinê de, pirs û rewşa xwendekarên êzdî li zanîngehên Nînowa û Dihokê bi giştî hatin gotûbêjkirin, û êş û azar, pirsgirêk û pêwîstiyên wan bi şêweyên curbicur ên aborî û manewî hatin gotûbêjkirin.

Bi gotina Dr. Munib, “Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Xwendina Bilind, tekezî li ser wê yekê kir ku dê hemahengî li gel Bingehê Laliş wê hebe, daku di biwarên cuda yên jiyanê de xizmeta xwendekarên êzîdî bike”.

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan: Heta neha 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosaîd nasandîye.

Lalish Duhok

Serokê Herêmê û şandeke Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê civiyan

Lalish Duhok

Pîr Xidir Silêman: “Serxwebûna Kurdistanê xewin û hêviyên Kurdên Êzdî cîbecîdike”

Lalish Duhok