شبكة لالش الاعلامية

Bajarên kevin ên Kurdistanê (Kordoîn)

Bajarên kevin ên Kurdistanê (Kordoîn)

Ji dîroka welatê me

Muhemed Şerîf Cilînî

Erdînasê Yûnanî Strabo dibêje:

Bajarên Sarís, Stalka û Pînaka bajarên Kordoînê ne.

Saris: Yek ji kevintirîn û resentirîn bajarên Kurdî ne (şêrêş) di salnameyên şahê Asûriyan Tiglatplassar yekemîn de li dor 1100 b.z. hatiye diyar kirin, ew derbarî êrîşa xwe ya li dijî gelê Kurd ê Kumux (komarê î an Kumageni) dibêje ku ji ber wî reviyane Sêrês, û dibêje ku wî Kurdên wir têk bir.

Ev bajar ji hêla Yakut el-Hamawi ve jî hate vegotin, ya li bakurê çiyayê Torê (Masos / Kaşyar) ye.

Stalka: Di derbarê wê de zanîn û agahî tune ne.

Pînaka: Ew Kela Fînkê ye, kavilên wê hîna jî xuya ne, ew li zinarek kevirî li bakurê Bazabadiya kevnar (li nêzî girava Bûtanê) ye û raserî çemê Dîcleyê ye.

Fînik ji Strabo re bi bandor bû, yê ku gotiye, ew ji sê kelayan pêk tê, her yek ji kelehên din veqetandî ye.

Niha jî, ji keleheke hundir û yek derve pêk tê, ji bilî bermayiyên avahî û wargehên şikeftî yên di zinarê de hatine kolandin.

Dîroknasê Romî Ammyanus Marsîllînus jî wekî bajarek li Kordoîn ê vegotiye

Abu Al-Fida vegotiye, bi navê Kela Fînikê.

Di kelehê de hîna jî peykerên ku ji serdema Pardî û Sasaniyan hene.

Hêjayî gotinê ye ku devera wê tê paşguh kirin û ne di bin parastinê de ye.

Wêneyê kavilên Kela Fînikê ya kevnar û wargehên ku di zinarê de hatine kolandin.

Min wergerandiye kurdî ji rûpela Dilo Bazîd, bi zimanê Erebî.

Riataza

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo peşwazî li rawejkarê cenabê serok Barzanî û hevalên di gel da kir

Lalish Duhok

Pira herî dirêj a Herêma Kurdistanê li ser Çemê Zê yê mezin hatiye ava kirin

Lalish Duhok