شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş pêşwazyê li destnîşan kirina Nadîa Murad dikit wek balyoza Nîaz Pakyê li neteweyên yekgirtî

Bingehê laliş pêşwazyê li destnîşan kirina Nadîa Murad dikit wek balyoza Nîaz Pakyê li neteweyên yekgirtî

Bi xweş haly ve me berê xwe da dest nîşan kirina rizgarbuya Êzidî ji bin destên çeteyên tîrorstên DAISH , Nadîa Murad wek balyoza nîazpakyê li neteweyên yekgirty , ji berku gelek amaje û raman ji bo vê destnîşankirinê hene û ev dad perwerye bo gelek zulm lêkirya . em pîrozbahyê li keça xwe ya xweştvî Nadîa Murad di kin bo vê postê, û cihê şanazî û xweşhalya meye , û em dupat di kin ku girngî pedana nîv dewletî û nîv netewey bi azarên kurdên Êzidy pişty dagîrkirina deverên wan ji alyê çeteyên DAISH ve girngya xwe ya fermî destpêkirye .

ji bilî wê girngya milly ya mezin li hemu texên cuda cuda yên cihanê , ev çende werçerxaneka giringê bo badeka reftarê di gel badeka – Cînosaîda – Êzidiyan , û petvy bihête berhem înan ji bo arasteya nîv dewlety û nîv netewey bi Şêwazekî rasteqîne .

Bê goman hêja bi hezaran keç û afretên me mayne wek (sebaye) li bin dirndatya çeteyên DAISH û divelanken wan , û bi sedan zarok û zelamên Êzidyan li bin destê wande wek kule mayne, û em dakokyê li daxwazya xo di keyn ku hemu hewl werin kirin jibo rizgar kirina wan, û dupat di keyn ku civakê Êzidî bi dilxweşî çaveryê vegerandina wan bo baweşa kes û Karên wan, û her wisa em di rijdin ku hemu girtyên Êzidyan cihê rêzgrtin û şanazya mene wekî ew cihê rêzgrtina civakê Êzidî û kes û Karên xwe . û hemu li benda hatina wanin , wek azadbuy ji gera çewsandin û kuletyê, û her Êzidyeka rizgarbuy tê hijmartin jiyekî nû bo hatye nivêsandin.

Amaje didin ku destnişankirina Nadîa Murad wek Balyoza Nîaspakyê ew karekî hery giringe jibo me , û cihê dilxweşya civakê Êzidye , û di heman dem da ew yekemyn erk û simbule bo kesayetyeka Êzidy bo postekî nêv netewey wek vî ,û li ser vê çendê civaka nêv dewlety daxwazê di ket girngyê bidine civakê Êzidî ji ber wan hêrşên qirkirinê ewên hatyne ser wan li çerxên borî, bi egera cyawazya dînî ji derdorên wan .

Herwisa ew tuşy zilm û perçiqandinê bun bi egera jêhatya xweya netewey ya kurdî . û rijdyê di kin ku civakê Êzidî tuşy mergesateka jinavbirinê bu , û ew li buyerên zîndy di geryêt daku careka din bi ser xove vegere , û nasnav û pile û paye û postên pirotokoly ne besin , -di gel rêzgrtinên me bo wan – dibe em bibynin ku di gel azarên bi sedan hezaran xelkê me yê aware na guncin , û çend hezarên hindabuy û girty, û ta ku ew pile û paye nehêne bi karînan ji bo çareserya biryna kora xelkê me yê zilm lêkety .

Çenku em li çareseryekê di geryên bo wê birynê , ne bo çareserya demkî , û me di vê azarên wan bi kar bynîn ji bo chareserya êşên wan , û dytna çareyeka rîşeyî bo êşên wan û nehêlana dubarekirina wan rudanên diltezîn û kirêt, ji berku em chaverê vê yekê ne ji rolê nîv netewey ne bo reftar kirinê di gel birînêt Êzidyan .

û em dupat di kin ku keça me Nadya Murad ji hêjay vê posteyê ye u eve mafê wê yê ji bo gehandina azarên tev zulmlêkirya bo navendên nîv dewlety , em hemu pêgêrya xwe dubare dikin bo palpiştya me’newy ya  temam , her wekî me berya niha jy palpiştya wê kiry,  hêjay amaje pê kirnê ye girngîdan û berdewamya palpiştya nêv dewlety bo civakê Êzidî û bo awareyan û rizgarbuyên Êzidyan ji destê DAISH , çi bi şêweyê mady û çi bi şêweyê me’newî ,û bi hevkary di gel hikumeta herêma Kurdistanê ya pir hêja , yaku xemsary ne kiry di erkê xwe da li beramber wê azar û mergesata hatye ser xelkê me , ji berku em beşek û pêkhateka resenin ji gelê kurdistanê.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîry û komelayetî

Duhok 26\8\2016

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Yekem banka hikûmî li Herêma Kurdistanê tê vekirin

Lalish Duhok

Li ser derxistina PKKê ji Şingalê, nakokî ketiye navbera Ebadî û Malikî

Lalish Duhok

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike

Lalish Duhok