Li Kurdistana Rojhilat xwendina zimanê Kurdî geş dibe
Biryare di sala nû ya xwendinê de, waneyên zimanê Kurdî li bajarê Dîwander ser bi parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê bi fermî destpêbike.
Li gorî raportek malpera Mîhir, payiz îsal wê piştî bajarê Seqiz, li bajarê Dîwander jî xwendina Kurdî destpêke bi şêweyekî fermî di dibistanan de ku, ji aliyê du mamosteyên wî bajarî hatiye amade kirin, helbestên bêhtirê helbestvanên Kurd hene, mîna Ehmedê Xanê, Nalî, Şêrgo Bêkes, Goran û Hêmin têde hene.
Waneya zimanê Kurdî wê jibo sê polên navendî ligel Zimanê Farisî were dan, pirtûka Zimanê Kurdî li Teharanê tê çapkirin.
Sala par Seqiz yekemîn bajarê Kurdistana Rojhilatbû ku, waneya Zimanê Kurdî lê hatbixwendin dan, ev yek jî ji aliyê xelkê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Jibilî dana waneya Kurdî li dibistanan, zimanê Kurdî li ser asta Zanîngehan jî di beşê edebî de tê xwendin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
