شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê vedigerin Şingalê

Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê vedigerin Şingalê

Çavkanî : Rudaw

Kurdên Êzidî yên ku ji ber êrişên DAIŞê koçber bibûn û li kampên Rojavayê Kurdistanê akincû bibiûn, vegeriyan Şingalê.

Di encama êrişên çekdarên rêxistina DAIŞê bo ser navçeya Şingalê û deverên din ên Kurdistanî, bi sedan hezar Kurdên Êzidî ji mal û warê xwe koçber bûn û beşek ji wan li Baûşûrê Kurdistanê û beşek din jî li Rojavayê Kurdistanê bicih bûn.

Kurdên Êzidî yên ku berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê, li kampa Newroz hatibûn bicihkirin.

Piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û ewlehbûna deverê, vegera koçberên Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Şingalê û Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

Zêdetirî 25 malbatên koçberên ku li kampa Newrozê li Rojavayê Kurdistanê vegeriyane Şingalê û li Mezargeha Şerfedîn a Kurdên Êzidî bicih bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, 100 malbatên din ên Kurdên Êzidî amadekariyên xwe kirine, ku ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û li Şingalê û derdora wê akincî bibin.

Beşek ji koçberên Kurdên Êzidî ku ji Rojavayê Kurdistanê vegeriyane Şingalê, ji Rûdawê re ragihandin, ku rewşa wan li kampa Newroz gelek xirab bû û ew bi hêvî ne ku li Şingalê baştir bibe.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî dest bi dabeşkirina alîkariyên pêwîst bo wan koçberên Kurdên Êzidî kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mezargeha Şêx Mend a Şingalê dîsa hat vekirin

Lalish Duhok

Qaymeqamê Şingalê: Xebatên parêzgehkirina Şingalê xurt bûne

Lalish Duhok

Di 101 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Axayê Eşîra Rema, Emînê Perîxanê

Lalish Duhok