شبكة لالش الاعلامية

BARZANÎ: Ligel Bexdayê nêzîkê çareseriyê ne (HAT NÛKIRIN)

BARZANÎ: Ligel Bexdayê nêzîkê çareseriyê ne (HAT NÛKIRIN)

Çavkanî :Rudaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Di mijarên petrol û gazê de ligel Bexdayê lihev nêzîkbûnek heye.”

Piştî hevdîtina şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya ligel hikûmeta Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civîkenî hevpar ê rojnamevanî sazkirin.

Serok Barzanî diyar kir ku hatina şanda bilind a kurd a ji bo Bexdayê, tê wateya piştgiriya temam a ji bo hikûmetê û wiha axivî:

“Gefek mezin li pêşiya me ye. Herwiha ewlehiyetek lê pêş me heye ku ew jî li ser rûyê hemû axa Iraqê xilaskirina DAIŞê û paqijkirina her bihostekî axa Iraqê ye ji destê van tawanbaran.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de lihev nêzîkbûnek heye û wiha got:

“Li Bexdayê kûrahiyeke stratejîk heye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên ligel Bexdayê bigihin çareseriyan.”

Serok Barzanî got ku di tekoşîna li dijî DAIŞê de hemahengiyeke baş di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û hêvî kir ku hêzên ewlekariya Iraqê navçeyên di bin destê DAIŞê de rizgar bikin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî got, Erkê me ye ku jiyana karmendên Herêma Kurdistanê baş bikin.

Ebadî herwiha diyar kir ku hikûmeta Iraqê piştgiriya aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û Ebadî tekezî li ser hemahingiya di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê de kirin

Lalish Duhok

Macron: Bi hezaran Êzidî nikarin vegerin Şingalê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em îro bi dilekî pir xemgîn şehîdên Enfalê bi bîr tînin

Lalish Duhok