شبكة لالش الاعلامية

Serokê‌ Bingehê‌ Laliş:Nasandina cînosayda êzdiyan dê‌ bibe rêkxoşker û fişarê‌ êxte ser civakê‌ nêvdewletî

Serokê‌ Bingehê‌ Laliş:Nasandina cînosayda êzdiyan dê‌ bibe rêkxoşker û fişarê‌ êxte ser civakê‌ nêvdewletî
Tora Laliş:
Piştî Perlemanê‌ Almanya komkujya Êzdiyan weku cînosayd nasandî, Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş diyarkir helbet danpêdan bi cînosayda Êzdiyan pêngaveka yekcar mezine û dê‌ bite rêkxoşker û fişarê‌ êxte ser civakê‌ nêvdewletî.

Seîd Cirdo Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî bo Dengê‌ Laliş diyarkir, li roja 19/1/2023 tawana nasandina qirkirina Êzdiyan ji layê‌ Perlemantoyê‌ Almanya ve bi temamya dengan hate pesendkirin, helbet danpêdan bi cînosayda Êzdiyan pêngaveka yekcar mezine, her çende renge eu xalên têda hatîne dyarkirin ne di pêgîrbin di hikumeta Almanya da, lê‌ rêkxoşkereke jibo çalakkirina vî keysî û fişareke li ser civaka nêv dewletî.

Serokê‌ Bingehê‌ Laliş gotjî piştî vê‌ pêngava perlemanê‌ Almanya, berebere dibt hemû welatê‌ cîhanê‌ vî keysî bi cînosayd bidene naskirin û paşî fişarek li ser dadgeha nêv dewletî û Iraqê‌ dirust bibe, ku daxwazê‌ bike yan bibe endam li hevpeymana Roma yan jî daxwazê‌ ji UN û Encûmenê‌ Asayîşê‌ bike ku dadgeheka nêvdewletî ya taybet bi tawnên DAIŞê bête dirustkirin jibo yeklaykirina keysa qirkirina Êzdiyan.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kitêbek li ser ŞȊXADȊ hate capkirin

Lalish Duhok

Donald Trump kîye û çawa gihişt koşka Spî­?

Lalish Duhok

Emîn Botanî : Zendîqê Bivir di Destî da Yan – Xezaya Geliyê Marîfetê

Lalish Duhok