شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêmê û Şanda Netewên Yekgirtî mijara hilbijartinan û rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Serokê Herêmê û Şanda Netewên Yekgirtî mijara hilbijartinan û rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Netewên Yekgirtî kir û mijara hilbijartinan, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî terorê û rewşa Êzidiyan û Şingalê gotûbêj kirin.

Îro Sêşemê 24ê Çileya 2023an, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Birîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Pêkanîna Aştiyê Rosemary DiCarlo û şanda pê re kir, ku ji Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û hin nûnerên Netewên Yekgirtî pêk dihat.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê, hewldanên aliyên siyasî yên ji bo lihevkirina li ser hilbijartinan, nêrînên komîsyona hilbijartinan û pêkhateyên derbarê hilbijartinan de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê li dijî terorê, rewşa Êzidiyan û Şengalê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kiriye ku, zemîneke guncaw ji bo hevdîtin û danûstandinên di navbera partiyên siyasî bi taybetî YNK û PDKê de  heye û ev yek jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî hilbijartinan û diyarkirina roja dengdanê hêsan dike.

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Netewên Yekgirtî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê daye û ragihandiye ku NY piştevaniya çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramî û aştiyê li navçeyê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kiriye û diyar kiriye ku hewl tê dayîn di navbera aliyan de diyalogeke erênî çêbibe û pirsgirêkan çareser bikin, çareserkirina pirsgirêkên wek yasaya bûdce, yasaya petrol û gazê û dabeşkirina dahatê dê bibe sedema aramî û aştiya Iraqê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herdu aliyan li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina bernameya Hikûmeta Federal a Iraqê hevnêrîn bûne û hat amajekirin ku divê hevahengî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di warên wek cîbicîkirina madeya 140 û şerê li dijî DAIŞê de berdewam be.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin.

Di beşeke din a civînê de Iraq, welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatine gotûbêjkirin.

Cavkani”Kurdistan24″

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PDK: Li Iraq û Kurdistanê êrişek berfireh li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye

Lalish Duhok

Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş pêşwazî li honermend “Sefqan Orkêş” kir

Lalish Duhok

PDKê dest bi serdanan dike

Lalish Duhok