شبكة لالش الاعلامية

Terorîstên DAIŞê yên karesat serê Şingalê de anîn çûne nav Heşdî Eşîrî!

Terorîstên DAIŞê yên karesat serê Şingalê de anîn çûne nav Heşdî Eşîrî!

BasNews – Rêveberê nahyeya Gir Izêr a Şingalê diyar kir ku terorîstên DAIŞê yên destdirêjî kirin ser keç û jinên êzdiyan naha li Sûriyê wedigerin, dibin Heşdî Eşîrî ya ser bi Heşdî Şeibî ya li devera Gir Izêr.

Rêveberê nahyeya Gir Izêr li Şingalê Xidir Reşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha jî ji ber ereban yek malbateke ji devera Gir Izêrê, Sîba Şêx Xidir û Girzerk nekarîne wegerin ser mala xwe. Derdora 40 gundên ereban ên ku bûne terorîstên DAIŞê û rê vekirin bo terorîst êrîş li deverên me bikin, bi hezaran keç û jin û zarok revandin naha jî ew DAIŞiyên geheştine Heşdî Eşîrî û hukim li deverê dikin. Xelk ditirsin wegerin û careke din rastî karesatê bên li ser destên wan ereban sala 2014ê xiyanet li êzdiyan kirin.’’

Herwaha got: ‘’Bê pêrebûnên ewlehiyê ew erebên ku wegeriyane ser malên xwe yên li deverê, bi taybet jî gundên sînorî yên di navbera Sûriyê û Iraqê de heta îro jî 90 hezar kesan nikarin wegerin Gir Izêrê.’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir

Lalish Duhok

Ji duhî de herî kêm 16 polîs û serbazên Iraqî di şerê DAIŞê de hatine kuştin

Lalish Duhok