شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzdî yên li kampan dixwazin li gundên Bakûr bicih bibin

BasNews – Li Bakûrê Kurdistanê 5 kampên penaberan tên girtin û yek ji wan kampan jî ya Kurdên Êzidî ye. Lê Kurdên Êzdî li şûna kampên nû dixwazin li gundên Kurdên Êzdiyan ên li Bakûr bicih bibin.

Berî niha hatibû ragihandin ku 5 kampên penaberên Sûriyê yên li bajarên Dîlok, Riha û Mêrdînê dê werin girtin û 34 hezar û 180 penaber dê li kampên nû ên li ser sînor bên bicih kirin.

Yek ji wan kampên dê were girtin ya Kurdên Êzdî ya li Midyada Mêrdînê ye. Lêbelê Kurdên Êzdî naxwazin bicin kampên nû û dixwazin li gundên Êzdiyan ên li Bakûr bicih bibin.

Herwiha hat ragihandin ku ji sedî 90ê Êzdiyan li gundan bicih bûne û hat diyarkirin tê çaverêkirin ew Kurdên Êzdî ji bo kampên neyên veguhastin û li wan gundan bimînin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

dû şêwekarên Êzidî bi rêya honeri êş û azarên Şingalê di gehinin tevaya cihanê

Lalish Duhok

ragehandina wezareta pêşmerge (Şêx Şamo) xelat kir

Lalish Duhok

PKKê bi avakirina partiyeke siyasî li Şingalê şerê Êzîdxanê dike

Lalish Duhok