شبكة لالش الاعلامية

HESEKÊ – Xwîna zarokan tevlî ya dê û bavan bûye

HESEKÊ – Xwîna zarokan tevlî ya dê û bavan bûye

 Çavkanî :Rûdaw

Di êrîşa xwekujî ya duh bi şev a Hesekê de 34 kes şehîd bûn û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûn. Welatî dibêjin ev ne cara yekem e ku xwîna zarokan tevlî ya dê û bavan dibe.

Duh (03-10-2016) demjimêr 9ê şevê , li hola Senabîl a ser rêya Hesekê û Qamişloyê, di dema şahîya malbata Fatmêyê de, çekdarekî DAIŞê êrîşeke xwekujî pêk anî.

Piraniya şehîd û birîndaran ji malbata Fatmayê ne, di nav şehîd û birîndaran de hejmareke jin û zarok jî hene.

Welatiyekî Hesekê bi çavekî tije hêsir, kelogerî bûye daxwaza başbûna rewşa birîndaran dike û dibêje;

 “Xwînmij jî bi van karan nakin, xwedê mala wan xerab bike ku piştevaniya wan dikin.”

Nexweşaxneyên Cezîra Rojavayê Kurdistanê deriyê xwe li ber birîndaran vekirin. Lê ji ber şer û rewşa giştî yê Sûriyê, hejmarek birîndar nehatine çareserkirin.

Doktorek dibêje çi ji dest wan tê ew ji birîndaran re dikin.

Ji aliyê din ve 4 birîndarên teqîna Hesekê gihiştine parêzgeha Duhokê yê Başûrê Kurdistanê. Lê zarokekî birîndar şehîd bû.

Rêveberiya Tendrustiya parêzgeha Duhokê ragihand, piştî ku birîndar gihiştine Duhokê wan bilez dest bi dermankirina wan kiriye.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve 5 ton derman şande Rojavayê Kurdistanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş:Em daxwazê li civaka nêv dewletî dikeyn bi erkê xwe rabin jibo bi dawî anîna êş û azarên êzdyan

Lalish Duhok

Qaymiqamê Şingalê: Armanc valakirina Şingalê ye

Lalish Duhok

Rêkxraweka ferensî bo haydarbûn li ser rewşa êzdyan seredana bingehê‌ laliş diket

Lalish Duhok