شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Pêwîste rêkeftin berîya rizgarkirina Mûsilê bê kirin

Mesrûr Barzanî: Pêwîste rêkeftin berîya rizgarkirina Mûsilê bê kirin

 Çavkanî :Waar Media

Şîretkarê civata asayîşa herêma Kurdistanê ragehand; li dema rizgarkirina Mûsilê dê gelek pirsgirên bên pêş, lewra pêdvîye berî rizgarkirina wî bajarî rêkeftineka siyasî di navbera pêkhateyên wê da bên kirin.

Mesrûr Barzanî ev çende îro bo Stîvanî Wêlyamiz cîgira serokê hinartîyê wîlayetên Yekgirtîyên Amerîka li Îraqê ragehand û got: rêkeftina sîyasî di navbera pêkhateyên bajarê Mûsilê li berî rizgarkirinê, dê fakterekê giringê seqamgêrîyê û aşîtîyê be li wî bajarî, çunku bêy rêkeftin dê pirsgirêk serî hilden.

Mesrûr Barzanî û şanda Amerîka bas li pêdvîyên serbazî yên hêzên pêşmerge û pêşkêşkirina alîkarîyên zêdetir yên mirovî bo herêma Kurdistanê kir, ku çaverê tê kirin digel destpêkirina operasyona Mûsilê hijmareka zora awareyên din bên herêma Kurdistanê.

Ji alîyê xwe ve cîgira hinartîyê serokê Amerîka bo Îraqê dupat kir ku di gel Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mirovî li ser hêlêne bo hindê li dûv gazîya herêmê bên û got jî: bo vê pirsê peywendîyên wan di gel hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewam bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nadiya Murad: Şingal hêj negihiştiye wê astê ku xelk vegere

Lalish Duhok

Li Şarya pertûka( Qirkirina Qebîleya basiyan)hate îmzakirin

Lalish Duhok

PKKê bi avakirina partiyeke siyasî li Şingalê şerê Êzîdxanê dike

Lalish Duhok