شبكة لالش الاعلامية

Cejnên Kurdên Êzidî li herêmeke Almanyayê bi fermî hatin naskirin

Cejnên Kurdên Êzidî li herêmeke Almanyayê bi fermî hatin naskirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Niedersachsen a Almanyayê biryara naskirina du cejnên Kurdên Êzidî da. Herêm dê vê hefteyê bi fermî qanûnekê cîbicî bike ku cejnên sersalê ango Çarşema Sor û cejna rojiya Êzidiyan destnîşan dike.

Zarokên Kurdên Êzidî di van her du betlaneyan de dikarin neçin dibistanê. Serokê Mala Êzidiyan a Oldenburgê Elyas Yanç bû mêvanê bernameya Rûdawê ya Dîasporayê û diyar kir ku ev biryar ji bo Êzidiyan girîng e û ew ê hewl bidin qanûnê li herêmên din jî bi cih bikin.

Serokê Mala Êzidiyan a Oldenburgê Elyas Yanç got, “Qanûna Niedersachsen ji bo Êzidiyan herêmê girîngiyek mezin e û em bi cidî dixebitin da ku qanûn li seranserê Almanyayê were cîbicîkirin.”

Elyas Yanç li ser sedema qebûlkirina cejnên Êzidiyan li herêma Niedersachsen anî ziman, “Ji ber ku piraniya Êzidiyên ku li Almanyayê dijîn li Niedersachsenê ne.”

Cejna sersalê an jî Çarşema Sor û cejna Rojiya Êzidiyan du cejnên Kurdên Êzidî ne û Êzidî li her devera cîhanê cejnên xwe pîroz dikin û kêfxweşî û şadiyê tînin ziman.

Elyas Yanç ragihand ku li gorî qanûnê; zarokên Êzidî di betlaneyê de dikarin neçin dibistanê û bi malbatên xwe re cejnê pîroz bikin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo berdewame li ser gehandina derd û daxwazyên kurdên Êzidî bo cîhana derve .

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê seredana Cêgrê Serperştyarê Îdara Serbxo û Rêveberê Sexbîrî û Rêk û Pira li Zaxo kir

Lalish Duhok

Rêveberê‌ Koç û Koçberan: Bernamê‌ zivrîna awaran bo Şingalê‌ bi rêya sazeya (IOM) destpêkirye

Lalish Duhok