Hewara Dayîka Şemê: Berî bimirim dixwazim hestiyên kesûkarên xwe veşêrim
Hewlêr (Rûdaw) – Dayîka Şemê, ew jina Kurd a Êzdî ye ku 23 kesên nêzîkê wê ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin û bêserûşûnkirin, di nav wan de 5 kurên wê şehîd bûne û hejmarek neviyên wê wenda ne.
Bi ser komkujiya Kurdên Êzîdî re 7 sal derbas bûne, lê heta niha jî çarenivîsa beşek ji keç û kurên Kurdên Êzdiyan ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ne diyar e û kesûkarên wan bi hêvî ne, ku ew ji destê DAIŞê rizgar bibin.
Yek ji qurbaniyên DAIŞê Dayîka Şemê ye, Di Sala 2014 da ji malbata wê 32 kes ji navçeya Şingal ketibûn di destê çekdarên DAIŞê de û 9 ji wan ji bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin lê heta niha jî çarenûsa 23 kesên din ne diyar e.
Dayîka Şemê beşdarî bernameya Radiyo Rûdawê ya bi pêşkeşvaniya Hêvîdar Zana û Gulista Perwer bû û behsa serboriy xwe kir.
Dayîka Şemê got: “Ev heft sal in ez li pey hestiya ketime. Daxwaza min ji heralî û kes û Hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ew e ku berî ez bimirim hestiyên kesûkarên xwe rakim. Hêviya min ew e ku ez hêj nemirî hestiyên kesûkarên xwe bixin gorekê.”
Dayîka Şemê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dike, asankariyan bo wan bikin daku bikaribin biçin Kampa Holê ya li Sûriyê û wan keç û kurên bêserûşûnin vegerînin.
Dayîka Şemê herwiha dibêje: “Bi hezaran keç û kurên me di Kampa Holê de ne. Herwiha keç û kurên me li Mûsil, Bexda û Tilefer û dewletek li cîhanê nema ye ku lê nebin. Carna ji wan agahî ji me re tên, lê rê li ber wan digirin.”
Yek ji bûkên Dayîka Şemê, dikeve destê emîrekî DAIŞê, ji bo xwe ji destê wî emîrî rizgar bike, xwekuştinê hildibijêre.
Derbarê vê bûyerê de jî Dayîka Şemê dibêje: “Bûka min ji herdu xwişkên xwe re dibêje ‘ez dê xwe bikujim, lê hûn nebêjin em xwîşka wê ne dê tehdayê lê we bike.’ Paşê diçe hemamê û demarên destê xwe dibire û li wê derê dikeve.”
Di Sala 2014 da ji malate Dayîka Şemê 32 kes ji navçeya Şingal ketibûn di destê çekdarên DAIŞê de û 9 ji wan ji bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin lê heta niha jî çarenûsa 23 kesên din ne diyar e.
Roja 3yê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrîşî Şingal û gundên derdorê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran kurdên êzidî revandin.
Di Kanûna sala 2014ê de Hêzên Pêşmerge beşek ji herêm û gundên derdora Şingalê rizgar kir. Di Mijdara 2015ê de jî Şingal bi operasyoneke berfireh ya bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate kontrolkirin.
Roja 03.08.2014an çekdarên DAIŞê Şingal û derdora wê kontrolkirin û bi sedan jin, mêr û zarokên Kurd ên Êzdî şehîd kirin û 6 hezar û 417 kes ji wan revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji revandiyan heta niha nêzîka 3 hezar û 550 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa 2 hezar û 763 kesan nediyar e.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî