شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî amade ye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî amade ye

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîhatina Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurdên Feylî, di twîtekê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina fermana Serok Barzanî ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî nîşan da.

Îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi boneya bidawîhatina Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Gelê Kurdistanê – Jenosîda Kurdên Feylî, ku bi destpêşxerî û li jêr serperiştiya Cenabê Serok Barzanî hat encamdan, spasiya rêkxerên konferansê û beşdaran dikim, ku bi lêkolînên xwe yên bi nirx, di vê konferansê de beşdar bûn.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina fermana Cenabê Serok Barzanî ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Feylî li Hewlêrê, nîşan didin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Efxanistanê bi hezarên koçberan berê xwe dane Kabulê

Lalish Duhok

Vekirna pêşangehekê li dor şînwar û mezargehên ayînî yên Êzidî û Krstyana li ‘raqê û Kurdstanê

Lalish Duhok

Xurtkirina dadperweryê û rewşenbîrya hevniştîmanîbûnê li nav pêkhatên Kurdistanê da li Bingehê Laliş hat baskirin.

Lalish Duhok