شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Kurdistanê: Her tv, radyo û rojnameya ku radîkaltiyê belav bike, tê girtin

Hikûmeta Kurdistanê: Her tv, radyo û rojnameya ku radîkaltiyê belav bike, tê girtin

Çavkanî :Basnews

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, her televîzyon û radyoya ku “hizra tund û radîkal” belav bike dê were girtin.

Berdevkê Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê, Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re got, em û Wezareta Rewşenbîriyê li hev civiyan û me hinek biryar derheqê wan televîzyon, radyo û dezgehên medyayî yên ku hizra tund û radîkal belav dikin de da.

Merîwan Neqişbendî derheqê wan biryaran de agahî da û got, li gorî wan biryaran, her dezgeheke medyayî (tv, radyo, rojname, malper û htd…” hizra radîkal belav bike dê destpêkê hefteyekê were girtin. Lê eger di heyama salekê de ev sûc cardin hat kirin wê çaxê dê bi yekdarî were girtin.

Wî rayedarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, ew pirtûk û belavokên ku hizra radîkal belav dikin jî dê bên komkirin û tiqûfkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka li Iraqê erkê xwe yê şerkirinê bi dawî dike

Lalish Duhok

Li Hesekê bi hezaran kes koçber bûn

Lalish Duhok

Sazeyeka europî seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ kir

Lalish Duhok