Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li ser rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê li gel Balyozê Fransa yê li Iraqê, Brumo Obert civiya û her du aliyan derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê de gotûbêj kirin.
Îro Yekşemî 3ê Hezîrana 2018, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê, Bruno Obert kir.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê ku malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, di vê civînê de Balyozê Fransa yê li Iraqê bi giring zaniye ku aliyên Kurdistanî bi awayekê yekgirtî li Bexdayê danûstandinê bikin û beşdariyeke aktîv di proseya pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê de hebin.
Herwiha Balyozê Fransa yê li Iraqê destxweşî li Hewlêr û Bexdayê kiriye, ku hewl dane, beşek ji kêşeyên navbera xwe bi diyalogê çareser bikin.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de sipasiya rol û piştevaniyên Fransa û serok Macron ên ji bo pêşxistina pêwendiyên Fransa yên li gel Herêma Kurdistanê û tekeziya li ser proseya diyalogê ya navbera Hewlêr-Bexdayê kir, ku bi sedema wê beşek ji kêşeyan hatin çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, ku di vê bareyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê lis er hewlên xwe berdewam dibe.
Li gorî daxuyaniyê, serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku aliyên siyasî yên Kurdistanî di hewla wê yekê de ne, ku bi yekdengî li Bexdayê beşdarî di proseya siyasî ya Iraqê de bikin û roleke aktîv di pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê de hebin.
Di vê hevdîtinê de, Balyozê Fransayê yê li Bexdayê, Bruno Obert jî ji ber serkevtina proseya hilbijartinan li Iraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê bi taybetî, pîrozbayî li serokwezîr Barzanî kir û behsa proseya hilbiajrtinan û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de herwiha Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê, Dominique Mass jî beşdar bû.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
