شبكة لالش الاعلامية

Erdogan: Dewleta Kurdan – Tirkiye ye

Erdogan: Dewleta Kurdan – Tirkiye ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Serokomariyê de li Diyarbekirê axifî û da xuyakirin, AK Partî di desthilatdariya xwe ya 16 salan de red û înkarkirina Kurdan ji holê rakiriye û ji sistema dewleta zordest rizgar kirin e.

Erdogan destnîşankir ku, li cîhên din li dewletek Kurdan negerin, dewleta Kurdan – Tirkiye ye.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, hin kes û namzetên Serokomariyê wek serdana tirbekê, li zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş dikin û da xûyakirin, Demîrtaş berpirsê kuştina 53 welatiyan e û ew dê hesabê vê bide.

Erdogan rexne li namzetê CHPê Muharem Înce kir ku, li zîndana Edîrne çûye serdana Demîrtaş û got, wek serdana tirbeke pîroz diçin serdana Demîrtaş, lê ew berpirsê kuştina 53 kesan e û dûr an nêzîk ew dê baca vê bide.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Salvegera 9 ya cînosayda Êzidiyan li Duhokê hate saxkirin

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Belê bo rêfrandom wê 90% deverên Êzdiyan bo ser Herêmê bizvrîne

Lalish Duhok

Îsal 8 nexweşên Aidsê li herêma Kurdistanê hatine tomar kirin

Lalish Duhok