February 09, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

28 salya damezrandina Bingehê Laliş li bajarê Duhokê hate saxkirin

28 salya damezrandina Bingehê Laliş li bajarê Duhokê hate saxkirin

Tora Laliş/Duhok

Di rêwresmekê da îro 12î eyara 2021ê bîst û heşt salya damezrandina Bingehê laliş yê rewşenbîrî û civakî, bi amadebûna çendîn rewşenbîr û kesayetyên deverê bi pêşkêşkirina smînarekê û belavkirina govara (Laliş)hate saxkirin.

Li pêşyê peyva bi xêranînê ji layê Ce’fer Simo ve hate pêşkêşkirin û çend bruskên pîrozbahyê bi helkefta (28) salya damezrandina Bingehê Laliş hatne xûndin.

Li dûv da berêz Şêx Şamo، serokê Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî dipeyvekê da salyada damezrandina Bingehê Laliş li hemû endam û layengerên Bingehî û Êzidyan pîrozkir û dyarkir ku erşîfê Bingehê Laliş dîdevanê wê çendê ye ku Bingehî di salên borî da çend xizmet gehandye hemû bwarên jiyanê bi taybetî dinav civakê Êzidyan da.

Şêx Şamo amaje bi wê çendê da ku ev ifre rengya li Kurdistanê hey Bingehê Laliş jê bê behr nebûye û Bingehî rolekê giring dîtye û berdewam liser destên kesanên şareza û pispor di Êzidî û Êzdînasyê de di byavê pêkvejyanê de li Kurdistanê rolê xo gêraye û preka baweryê ya peywendyan digel civakê xo û damudezgehên Hikumî û Hizbî li Kurdistanê û Rêkxraw û sazyên cîhanî bûye, herwesa cihekê giring hebûye li Kurdistanê û Cîhanê.

Di berdewamya axftina xo da Şêxî got:”Bingehê Laliş zimanê rastyê yê gehandina felsefa ola Êzidyaye bo her mêhvan û şandekê seredana Bingehê Laliş û nav Êzidyan bikt û berdewam dinav civakê xoda berevanî ji nasnama û taybetmendya Êzidyan kirye beramber ewan nivîserên şovênî yên li dijî Êzidyan zanyaryên nerast dinvîsîn û her planeka bête darêjtin bo dûrkirina Êzidyan ji Kurdayetyê û Kurdistanê Bingehê Laliş weku pêşmerge li sengerê pêşyê berevanî ji Êzidyan kirye, lewra dibêjm hebûna bingehê laliş di 28salên borî da pêtvyeka dîrokî bû”.

Serokê Bingehê dûpatkir:”liser astê rewşenbîrî Bingehê Laliş di dergehekê dîmukrasî da derbazî qada rewşenbîrya Kurdistanê bûye bi govar û pertok û rojname û bernamên xo yên radyo û televzyo û vîsteval û dîdarên xo û htd… mil b milê dezgehên dî xizmeta peyva resena Kurdnasyê krye, herwesa ji rûyê civakî jî ve pêkvejyaneka xurt digel netewe û pêkhatên dî yên di nav Herêma Kurdistanê da dijîn avakrye”.

Ji layekê dî ve şemalka 29ê hate helkirin û smînarek lidor Govara Laliş ya jimare(45) jilayê mamosta Şemo Qasim û D.seîd Xodêda û nivîser Îbrahîm ve hate pêşkêşkirin, piştî govar hatye îmzakirin biser amadebûyanda hate belavkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi