شبكة لالش الاعلامية

Civata Êzîdiyên Sûriyê ji ENKSê vekişiya

Civata Êzîdiyên Sûriyê ji ENKSê vekişiya

Çavkanî :Rudaw

Civata Êzîdiyên Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwe ji ENKS û Dijbereya Sûriyê vedikişin.

Civata Êzîdiyên Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar dike, bi tevî ku ew gelekî hatine pişguhxistin jî, lê ji bo parastina berjewendiyên neteweyî û parastina yekîtiya rêzên Kurd, heta di nava ENKSê de mane.

Civata Êzîdiyan di daxuyaniya xwe de dibêje, “Di civîna Londonê de hate dîtin ku Dijbereya Sûriyê hê jî bi mêjiyê rejîma Baas nêzîkê pirsgirêkan dibe. Ol û neteweyên cuda yên Sûriyê piştguh dixe.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku jiber lawazbûna helwesta ENKSê ya li hember helwesta Dijbereyê, wan biryar dane ku xwe ji nava ENKSê vekişin.

Civata Êzîdiyên Sûriyê radigihîne ku ew êdî girêdayî ti biryarên Dijbereya Sûriyê û ENKSê nabin.

Hêjayê gotinê ye ku Civata Êzîdiyên Sûriyê di 16ê Hezîrana 2015ê de bûbû endamê ENKSê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

YBŞê li Şingalê êrişî tîma Rûdawê kir

Lalish Duhok

Kirasguhastina rêzdar Mehmet Alataș yê ku 98 salan Êzdiyatî li gundê Șimzê diparast !

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Qubad Talebanî kir

Lalish Duhok