3 hezar û 200 Kurdên Êzidî êsîr in!
Çavkanî :Rudaw
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, hêj di destê rêxistina DAIŞê de 3 hezar û 200 Kurdên Êzidî hene.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destnîşankirina keça Kurda Êzidî Nadiye Murad weke “Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî (NY)” li Iraqê, nameyek bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-mon şand û spasiya wî kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku hêj 3 hezar û 200 Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de hene û ji bo rizgarkirina wan hevkarî xwest.
Barzanî bi fermî ji bo merasîma diyarkirina Nadiye Murad weke Balyozê Netewên Yekbûyî hatibû vexwendin lê ew neçûbû û derbarê vê yekê de jî wiha got:
“Mixabin ji ber sedemên rewşa ewlekarî û aborî ya Herêma Kurdistanê ez beşdarî merasîmê nabim. Lê nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li merasîmê amadebin.”
Berdewamiya nameyê de Barzanî wiha domand: “Weke hûn dizanîn ku Êzidî jî weke Xiristiyan, Şebek, Ereb û Kurdan bûna hedefa serjêkirin û destdirêjî û komkujiyên DAIŞê ku ew weke nijadkujiyê hatiye destnîşankirin. Taybetî Êzidiyan gelek êş ji destê DAIŞê kişandine.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje kir ku li Herêma Kurdistanê niha 420 hezar koçberên Kurdên Êzidî hene û got, ji ber kêmasiya peydakirina pedewiyan ew xizmetguzeriya civakî û tenduristî ya pêwîst nabînin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji bo destnîşankirina keça Kurda Êzidî Nadiye Murad weke “Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî kêfxweşiya xwe ji Ban Ki-moon re anî ziman.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî