شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

BasNews– Îro roja şemiyê 04.07.2020an Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî Kesnezanî li cîhanê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û hemû dost û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Şêx Mihemed bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Êşa êzidiyan dibe fîlm

Lalish Duhok

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Lalish Duhok

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

Lalish Duhok