شبكة لالش الاعلامية

Ji Şivan Perwer strana klîba Pêşmerge

Ji Şivan Perwer strana klîba Pêşmerge

Ji aliyê RÛDAW

Hunermend Şivan Perwer bi çêkirina klîbeke nû ya strana “Pêşmerge” ye.

Hunermendê kurd yên navdar bi dengên xwe piştgiriya pêşmergeyan dikin.

Yek ji wan hunermendan jî, hunermendê navdarê Kurd Şivan Perwer e ku niha mijûlî klîpkirina dû sitranên xwe ye ku yek ji wan bo pêşmergan gotiye.

Derbarê vê yekê de Şivan Perwer ji Rûdawê re got: “Ev 45 sal in ez di vê doze de xebatan dikim. Min hemû awayê stranên ax, heskirina welat, azadî û heta birakujiyê gotin. Min stranên klasîk jî gotin. Erkê min e ku ez pêşmerge jî jibîr nekim. Jiber ku ew di sengerên şer de welat diparêzin, zehmet dikişin û şehîd dibin.”

Derhêneriya klîban jî Firmêsk Mihemed dike û biryar di demekî nêzîk de karê wan bidawî bibe.

Şivan Pewer gelek stran tomar kiriye. Yek ji wan stranên wî yê navdar jî “Wa hatin pêşmergê me” ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kolana hunerî ya Diyarbekirê huner derket kuçeyan

Lalish Duhok

Esale Nesrî bi kurdî stran got: Ez kevok im

Lalish Duhok

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dabeşkirin

Lalish Duhok