شبكة لالش الاعلامية

Civata wezîran gotubêj li ser xercî û dahatî kir

Civata wezîran gotubêj li ser xercî û dahatî kir

Civata wezîrên herêma Kurdistanê îro kombû û her yek ji pirsên xercî û dahatî û pêdana qerzên biçûk gotubêj kirin.

Îro li saet 10 sibê civata wezîran bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kombû, li gorî zanyarîyên Mihemed Hawdîyanî, wezîrê kar û karubarên komelatî, dawî amarên xercî û dahatî, pêdana qerzên biçûk û sindoqa desteberkirina komelatî gotubêj li ser kirin.

Bi gotina wezîrê kar, mekanîzmeka nû bo pêdana qerên biçûk hatîye berhev kirin bo bicîh anîna wê jî, razîbûna civata wezîran pêdvî ye.

Her di kombûna civata wezîran da, stratejîya rûbrûbûna gendelîyê bo dema pênc salan di ecindeya gotubêjan da bû û serokê desteya destpakîyê bo wê armancê hatibû mêhvan kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî cejna Çilê Havînê li kurdên êzîdî pîroz kir

Lalish Duhok

Almanya Îsal Pêşbîniya 300 Hezar Penaber Dike

Lalish Duhok

25 zarok û jinên êzdî yên hatin rizgar kirin radestî encûmena Şingalê hatin kirin

Lalish Duhok