شبكة لالش الاعلامية

Şingal…Pêşmerge bo her êrîşekî DAIŞê amadeye

Şingal…Pêşmerge bo her êrîşekî DAIŞê amadeye

Çavkanî :Basnews

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, amaje bi vê dike ku Pêşmerge li Şingalê ketiye amadebaşiyê û gelek cîh bi çekên giran ve cîhbûye.

Fermandarê leşkerê taybet ê dû li eniya Şingalê Emîd Hekar Muhsîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li sînorê Şingalê di amadebaşiyê de ye û li piraniya cîha çekên giran bi cîh kiriye.’’

Fermandarê leşkerê taybet ê dû li eniya Şingalê got: ‘’Ji bo bersiv dana her êrîşekî DAIŞê, Pêşmerge li Şingalê ketiye amadebaşiyê û li gelek cîha jî kemînên bihêz li dijî DAIŞê hatine danîn û em agahdarin DAIŞ dixwaze li Şingalê bikeve tevgerê li dijî Pêşmerge û êrîş bike.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş:Em daxwazê li civaka nêv dewletî dikeyn bi erkê xwe rabin jibo bi dawî anîna êş û azarên êzdyan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş herdem li ser heman bîrubarên avabûy keda xemxor û xebatkarên xwe jibîr nake.

Lalish Duhok

Birayê Mîrê Êzidiyên hat veşartin

Lalish Duhok