شبكة لالش الاعلامية

Semaheta Babê Şêxê Êzdiyan bîrewerya salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike

Semaheta Babê Şêxê Êzdiyan bîrewerya salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike

Bi helkefta borîna (30) salan li ser damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî, li jêr druşmê (Laliş kanyeka zelale di hurte‌ di rubarê rewşenbîrya kurdî da),germtrîn pîrozbahiyan arastey desteya rêveber û gişt endamên Bingehê Laliş diken.

Damezrandina Bingehê Laliş piştî serheldana adara 1991,yeke ji destkeftên mezin yên civaka Êzdiyan jiberku jibo wê qonaxê û heta îro roj jî berdewamî dane bi wê xebata 30 salî jibo komkirina qewl û beytên Êzdiyan û parastina keltor û edeb û zimanê resenê kurdî, herdîsan bûye wek navendeka rewşenbîrî û komelayetî ya kara li ser astê deverê, hîvîdarin bizavên wan diberdewam bin ji pêxemet xurtkirina bizava rewşenbîrî dinava civaka Êzdiyan û Kurdistanê da.

Dûbare salvegera damezrandina Bingehê Laliş li desteya bilind û tevaya endamên Bingehê navbrî pîroz bit.

Semaheta Babê Şêxê Êzdiyan

Şêx Elî Şêx Alyas

2023/5/12

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mekgork: Na rawestin heta hemû Êzîdî rizgar bin

Lalish Duhok

Amerîka êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike

Lalish Duhok

Piştî 10 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin: ‘Wan jin ji yekî dikirîn û difirotin yekî din!’

Lalish Duhok