شبكة لالش الاعلامية

Fuad Husên: Ebûbekir Bexdadî li bajarê Mûsilê ye

Fuad Husên: Ebûbekir Bexdadî li bajarê Mûsilê ye

Çavkanî :Basnews

Serokê Dîwana Serokatiye Herêma Kûrdistanê Fuad Husên ragehand ku “xelîfeyê” DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li Mûsilê ye.

Fuad Husên  ji bo rojnameya “Independent” a Britanî ragehandiye ku  DAIŞ ber bi tinebûnê ve diçe û hemû navçeyên dagirkirî yên Kurdistana Başûr û Iraqê jî dê rizgar bibin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku helbet DAIŞ li Mûsilê tine dibe lêbelê diyar nîne operasiyona  azadkirina  Mûsilê heta kengê dê bikêşe.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê  her wiha daye zanîn ku zêdetirî 8 mehan bû Ebûbekir Bexdadî xwe veşartibû lê bi destpêkirina şerê Mûsilê re, ji Reqayê derbasî Mûsilê bûye û fermandehiya şerê dike.

Derheqê kuştina Ebûbekir Bexdadî de jî Fuad Husên gotiye, nûçeya kuştina wî rast nîne çimkî eger hatibû kuştin wê çaxê DAIŞê xilas dibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ laliş:Piroje yasaya dadgeha tawanên da’şê‌ li Kurdistanê‌ gaveka mezine jibo dadmendya êzdyan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş çar pertûk li dor êzdînasyê çapkirin

Lalish Duhok

Kar jibo xûndna babetê‌ Êzdyatyê‌ li deverên Êzdînişîn li Îraqê‌ diête kirin

Lalish Duhok