شبكة لالش الاعلامية

Dengdan li ser danana rêveberên nû bo nawçedaryên Çemankê û Xankê dê hête kirin

Dengdan li ser danana rêveberên nû bo nawçedaryên Çemankê û Xankê dê hête kirin
Gav – taybet

Civata Parêzgeha Duhokê li roja duşembya bihêt dê kombît û sê tewerên serekî dê di kombûnê da hebn.
Hişyar Ferîq, serokê firaksyona partî li civata parêzgeha Duhokê bo gav got “civata parêzgehê li roja duşembya tê dê dengî li ser destbkarbûna Îsmaîl Hemîd Mihemed siyarî wek rêveberê nawçedarya Çemankê det”.
Herwesa Bêrîvan Selîm Şemo، cêgra serokê civata parêzgeha Duhokê bo gav ragehand؛ Partî Dîmukratî Kurdistan Zerdeşt Şêx Şamo bo postê rêveberê nawçedarya Xankê berbjarkirye û civata parêzgeha Duhokê li roja duşembya bihêt dê dengî li ser det.
herwesa di birgeya siyê ya kombûna civata parêzgeha Duhokê da, dê dengdan li ser destjikarkêşana Faris Yuhena balyoz endamê civata parêzgehê hête kirin piştî ku bûye cêgrê serokê îdareya serbxo ya Zaxo.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: PKK û mîlîşyayên çekdar rê li ber cibicîkirina rêkeftina Şingalê digirin

Lalish Duhok

Daxwaza girtina parlamentera êzîdî ya HDPê jî tê kirin

Lalish Duhok

Kazimî Erdogan vedixwîne Bexdayê

Lalish Duhok