شبكة لالش الاعلامية

2 torên DAIŞê yên dixwestin beriya sersalê li Hewlêrê teqînan bikin hatin pûçkirin

2 torên DAIŞê yên dixwestin beriya sersalê li Hewlêrê teqînan bikin hatin pûçkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku du torên ser bi DAIŞê ve desteser kirin planên wan hebûne ku “beriya sersala 2023an teqîn û kiryarên terorîstî” li bajarê Hewlêrê encam bidin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku ligel videyoyeke ya lixwe mikur hatina endamên DAIŞê belav kiriye, tê de ragihandiye ku “Dije Terora Kurdistanê du torên terorîst ên DAIŞê li bajarê Hewlêrê desteser kirin û planên wan pûç kirin.”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar dike ku 4 tohmetbar ji du torên cuda hatine desteserkirin û dibêje: “Du hewl û planên grûpên terorîst ên DAIŞê ji bo encamdana teqîn û kiryarên terorê beriya sala 2023an li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê û Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ve di meha 12 ya sala 2022an de hatin pûçkirin.”

Li gor daxuyaniyê ji wan tohmetbaran re ferman hatibû ku “kiryarên terorîstî li bajarê Hewlêrê” encam bidin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dide zanîn ku ji Hemze Eyad Ehmed yê bi nasnavê Siyaf El Qureyşî û Mihacir Ehmed Izawî yê bi nasnavê Ebû Cehfer pêk dihat û diyar dike ku di 23ê Kanûna 2022an de hatine desteserkirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêje: “Terorîstê bi navê Siyaf El Qureyşî ku xwekuj bûye û plana wî hebûye beriya sersalê li ber deriyê sereke yê Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê bi kembera bombekirî bi alîkariya terorîstê bi navê Ebû Cehfer xwe biteqîne. Herwiha plan hebûne ji bo teqandina otomobîleke bombekirî li ber baregeha asayîşa Enkawayê.”

Derbarê tora duyem de jî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ev zanyarî dan ji Mûsa Îsmaîl Elwan Îsmaîl ê bi nasnavê Yeqûb û kesekî bi navê M.E.H pêk tê.

Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar dike: “M.E.H ku beriya niha li Sûriyê li Kampa Holê niştecî bûye û destê wî di kuştina çendîn welatiyên li nav Kampa Holê de hebûye. Ev herdu terorîst di sala 2022an de hatine bajarê Hewlêrê û li ser fermana serkirdeyên DAIŞê plana wan hebûye ji bo encamdana karên teror û kuştinê li Hewlêrê.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş, Capney û Hevpeymaniya Kêmneteweyan pêşniyaran ji bo pêşxistina mijarek civakî nîqaş dikin

Lalish Duhok

Yekemîn sirûd bo komara Kurdistanê re tê tomarkirin

Lalish Duhok

Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî pêkanîna du lîwayên hevbeş gotûbêj kirin

Lalish Duhok