Mehma Xelîl: Ji destêka şerê Mûsilê ve heta niha tenê çend êzîdî hatine rizgarkirin
Çavkanî :Basnews
Qayîmeqamê bajarê Şingalê diyar kir ku ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê ve heta niha tenê sê ya çar êzîdî hatine rizgarkirin ku ew hejmar pir kêm e.
Mehma Xelîl ji bo BasNews diyar kir ku heta niha gelek cih hatine azadkirin. Ti cîh nema ku em serdan nekin ji bo rizgarkirina girtiyên êzîdî. Hêşta zêdetirî sê hezar xûşk, dayik û zarok û birayên me di destê DAIŞ de ne, ne dewleta Iraqê û ne jî ti dewleteka cîhanê wek pêwîst arîkarî nedaye me.
Qayîmeqamê Şingalê herwaha got: Tenê Mûsil û Reqa mane di destê DAIŞê de, lêbelê hêşta gelek êzîdî mane di destê DAIŞê de û heta niha me nedîtiye ti êzîdiyek bi destê hevpeymanan û dewleta Iraqê hatibe rizgarkirin.
Mehma Xelîl anî ziman ku tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdawam hewla rizgarkirina êzîdiyan dide.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
