شبكة لالش الاعلامية

Ebubekir Bexdadî Ji terorîstên Daişê xwest Tirkîyê dagir bikin

Ebubekir Bexdadî Ji terorîstên Daişê xwest Tirkîyê dagir bikin

Xelîfeyê dewleta terorîstîya Daişê Ebubekir Bexdadî, piştî heyamekê dirêj ji bêdengîyê, di peyameka dengî da, supayê Tirkîyê bi kafir binav kir, ji terorîstên Daişê xwest Tirkîyê dagîr bikin, li Siûdîyê jî kiryarên terorîstî bikin.

Xelîfeyê Daişê di peyama xwe da ku 31 xulekin û li ser tora Înternêtê hatîye belav kirin, dixwaze morala terorîstan bilind bike di şerê Mûsilê da û dibêje: ew dê divî şerî da serkevin. Ji terorîstan jî xwestîye Mûsilê bi cih nehêlin û bi dijwarî şerî bikin.

Ebebukir Bexdadî di peyama xwe da dîyar kirîye ji niha û pêda Tirkîyê di bazineya karê wan yê cîhadî daye, supayê Tirkîyê bi kafir binav kir û ji terorîstên Daişê xwest berê xwe bidin supayê Tirkîyê li bakurê Sûrîyê û şerê wan biken, êrîşî Tirkîyê jî bikin û wî welatî dagîr bikin.

Xelîfeyê Daişê êrîşî welatê Siûdîyê jî dike û ji terorîstan xwest berê xwe bidine Siûdîyê û êrîş li dûv êrîşî dijî berpirsên wî welatî û binemala Al Siûd ya desthilatdar, hêzên êmnahîyê û dezgehên ragîhandinê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê li ser sersala koçî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Grubekî çekdar hewl dide peywira rêveberiya nahyeya Başîkê bixe dest xwe

Lalish Duhok

Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê 10 milyar dolar veqetand

Lalish Duhok