“Almanya hembêza xwe ji terorîstan ra vedike”
Çavkanî :TRT Nûçe
Serokkkomar Erdogan “Merasîma Xelatdayînê ya Xezîneyên Însanên Dijîn” de axivî.
Ji axaftina Serokkomar Recep Tayyip Erdogan:
Serokomar Erdogan: “Ez aqûbeta Almanyaya ku di ciyê bi PKK, FETO, DEAŞ û rêxistinên nijadperest ra şer bike, guh nade ewlehiya neteweyî ya dewletên din û hembêza xwe ji terorîstan ra vedike, baş nabînim û ber bi xêrê ra naçe. Niha Almanya bûye dewleteke ku terorîst lê disitirin. Ez vê bi eşkereyî dibêjim.”
Serokomar Erdogan got, “Eva erdê me jî bi xuna şehîdan hat hasilkirin, ji bo vê eva erda welat e. Tu kes nikare li ser vî erdî operasyonan bike. Ku bikin, hûn tiştên ku Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bûn dibînin. Sekin tune.”
Serokomar Erdogan: “Gelê tirk di 15ê Tîrmehê da tenê li azadî, bawerî, ala, azan û demokrasiya xwe xwedî derneket, di heman demê da li armanc û hedefên xwe jî xwedî derket. Lê kesên ku ji vê aciz bûn jî hene. Kesên ku ji dengê selat û azanê aciz bûn jî derketin. Berê jî yên ku aciz dibûn hebûn. Hê jî yên wekî wan hene û wê sibê jî hebin. Lê mesele ew e em ji rêya xwe venegerin û ji evdan ra nebin evd. Tenê bibin evdê Xwedê.”
Sererkanê berê Îlker Başbug: “Min duhê jî piştgirî da û ez îro jî piştevaniyê didim her cure xebatên têkbirina wê rêxistineke terorê (FETO) ya ku armanca wê bidestxistina dewletê ye. Li gorî min nîqaşa sedemên palpişta vê têkoşînê, ne mijara elzem a îro roj e.”
Serokomar Erdogan: “Êdî kes nikare Tirkiyeyê bi rêxistinên terorê û tirsa perçebûnê bibe û bîne. Lewra piştî ku şeva 15ê Tîrmehê naveroka hewla derbeyê eşkere bû, me bi gelê xwe ra vê biryarê da; em bijîn em ê wekî însanan bijîn û em bimirin jî em ê wekî însanan bimirin.”
Serokomar Erdogan got, “Xêncî Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleteke me tune. Em ê ji bo vê dewletê her tiştî bidin û vê jî bizanibin, eva helwesta helwesteke wisa ye ku êdî di nav sînorê me da na çavkanî li ku derê be li wê derê pirsgirêkê berteref bikin. Ji bo vê em li Sûriyeyê ne, li Iraqê ne. Ji bo ku li wê derê bi cî bin na ji bo tehdîdên ku ji wê derê bên li ciyê wê bidin sekinandin.”
Serokê berê yê Sererkaniyê Îlker Başbug diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê demê tena serê xwe û bi biryardarî bi FETOyê ra têkoşiya û wiha pê da çû: “Di sala 2008, 2010î da ez bi tena serê xwe bi wan ra têkoşiyam. Dixwazî ji 2014an û dixwazî jî ji 2012an vir va hilde heke herkes li gor têkoşîna Serokomar a li hemberî wan tevbigeriya wê demê me 15ê Tîrmehê nedidî û ew yek nediqewimî.”AA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
