شبكة لالش الاعلامية

Fransa û Birîtanya dixwazin bi marşa ‘Ey Reqîb’ pêşwazî li Barzanî bikin

Fransa û Birîtanya dixwazin bi marşa ‘Ey Reqîb’ pêşwazî li Barzanî bikin

Fransa û Birîtanya bo pêşwazîkirinên fermî li rayedarên Herêma Kurdistanê û bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxwaza sirûda niştîmanî ya Kurdan, sirûda Ey Reqîb kir.

Seroka Liqa Duhokê ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê, Evîn Hisên di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Wezareta Berevaniya Fransa daxwaz ji hunermend Dilşad Mihemed Seîd kiriye, sirûda Ey Reqîb ji wan re amade bike, da ku di serdanên Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî yên bo Fransa de, û di merasîmên pêşwazîkirinê de bi kar bînin.

Evîn Hisên herwiha got: Bi şêwazeke akademîk, karê not, dabeşkirin û skor ji bo sirûda netewî ya Ey Reqîb, ji aliyê orkestraya Nemsa ve hatiye kirin. Weeke skorê orkestraya serbazî, skorê semfoniya werzişî û şandên Kurdistanê, skor ji bo her çar parçeyên Kurdistanê amade kiriye.

Seroka Liqa Duhokê ya Sendîkaya Hunemendên Kurdistanê, ew yek jî aşkere kir: Karên wê projeyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye piştgirîkirin. Ji bilî Fransa, Brîtanya jî heman daxwaz kiriye. Sirûd amade ye û nimûneya wê bo hemû konsulxane û nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê hatiye şandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Pîrozbahî bi helkefta Cejna Remezana Pîroz

Lalish Duhok

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Lalish Duhok

Konsula Giştî ya Brîtanyayê: Em piştevaniya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin  

Lalish Duhok