شبكة لالش الاعلامية

Mala mîr li hev kir: Mîrê Kurdên Êzidî tê diyarkirin

Mala mîr li hev kir: Mîrê Kurdên Êzidî tê diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) Şêwirmendê Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan ragihand, sibe pêncşemî  dê biryar li ser mijara hilbijartina kesekî bo Mîrê Êzidiyan bê dayîn û ev mijar dê bê yekalîkirin.

Kurê Mîr Tehsîn Begê Mîrê Berê yê Êzidiyan, Ismet Tehsîn Beg ji Rûdawê re ragihand: Îro malbata Mîr rêkeftine ku Hazim Tehsîn Beg bibe Mîrê Kurdên Êzidî.

Ismet Tehsîn Beg got: Biryar e roja Şembiya bihê merasimeke olî li Perestgeha Lalişê birêve biçe û bi şêweyekê fermi Hazim Tehsîn Beg weke mîr bihê destnîşankirin.

Her derbarê vê mijarê de, Şêwirmendê Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan, Faris Kitî ji Rûdawê re ragihand, du heta sê roj berî niha civînek bi armanca diyarkirina kesekî weke Mîrê Êzidiyan hat encamdan û hevnêrîniyeke mezin di nav malbata mîr de heye ku Hazim Mîr Tehsîn Beg bibe Mîr, lê belê roja Pêncşemê civînek heye û ev mijar dê were yekalîkirin.

Zêdetirî şeş mehan e ku Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û nseranserê cîhanê koça dawî kiriye, lê belê heta niha kesek li cihê wî weke Mîrê Êzidiyan nehatiye diyarkirin.

Roja 28ê Kanûna 2019an, Mîr Tehsîn Beg li nexweşxaneyeke bajarê Hanover a Almanyayê di temenê 86 saliyê de koça dawî kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berdevkê Saziya Helbijartinê yê PDKê: Me amadekariyên ji bo helbijartina Parlamentoya Kurdistanê destpê kirine

Lalish Duhok

Mihemed Şiya Sûdanî: Şerê DAIŞê û milyonan koçber, Herêma Kurdistanê naçar kir rêkeftinên neftê bike

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Lalish Duhok