شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hzim Tehsîn Beg û Babe Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Îlyas kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabandbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a Êzidiyan dubare kir ku wek her dem piştevan û berevanîkara bihêz a mafên wan dibe. Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dide ji bo bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî, Şingal bê avedankirin û koçber bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.

Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan ji bilî amajedana bi girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê, spasiya Serokê Hikûmetê kirin ji bo dayîna razemendiyê li ser komek projeyên xizmetguzariyê ji navçeyên wan re, ji wan jî, di çarçoveya guhartinên îdarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê de her komelgeh Xankê û Şarya bûn nahiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî Elmanî : divê em dest bidin yek ji bo harî karî kirin Êzidîyên şingalê

Lalish Duhok

Wezîra Berevaniya Almanyayê: Bi paşeroja karê hevbeş li gel Herêma Kurdistanê geşbînim

Lalish Duhok

Berpirsê leqa Şingalê yê PDKê: Ew dû fermanber hatin teror kirin

Lalish Duhok