شبكة لالش الاعلامية

PKK nahêle berpirs û kadroyên PDKê bo hilbijartinan derbasî Şingalê bibin

PKK nahêle berpirs û kadroyên PDKê bo hilbijartinan derbasî Şingalê bibin

BasNews – Çekdar û alîgirên PKKê rê nedan karwana PDKê derbasî Şingalê û dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê bike.

Berpirsê liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Aştî Koçer ji BasNewsê re got, îro danê sibê me xwast derbasî Şingalê bibin û li devera Şerfedîn bangeşeya hilbijartinê bikin û kandîdên xwe bidin nasîn lê ji aliyê PKKê û çend aliyên din ve rêya me hat girtin û nehîştin em derbas bibin.

Berpirsê liqa 17 ya PDKê da zanîn jî, li devera Gubehl çekdarên PKKê rê nedan em derbas bibin ji ber wê jî me nekarî derbasî devera Şerfedîn bibin. Me hikûmeta Iraqê agahdar kir û em niha li hêviya bersiva Bexdayê ne da ku vê arîşê çareser bike.

Wî berpirsê PDKê da xuyakirin jî, ew naxwazin alozî derkeve ji ber wê jî li ser xwe bûne û got, mafê kandîdên me heye li devera Şingalê bangeşeya xwe bikin lê PKK vê yekê asteng dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Koçberî: 2006 malbatên ku vegeriyane Şengalê, di çarçoveya alîkariya vegerê de cih girtin

Lalish Duhok

Civata wezîran gotubêj li ser xercî û dahatî kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Êzdî ji bo me cihê şanaziyê ne

Lalish Duhok