November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kurdên Êzidî hewl didin nûnerên xwe li parlamentoya Iraqê zêde bikin

Kurdên Êzidî hewl didin nûnerên xwe li parlamentoya Iraqê zêde bikin

Neynewa (Rûdaw) – Sîstema nû ya hilbijartinan li Iraqê tevî ku ji hinek aliyan ve neyînî ye, ji hinek aliyan ve jî erênî ye ku pêşbînî ew e bi vê sîstema nû Kurdên Êzidî kursiyên xwe zêde bikin. Xula berê Kurdên Êzidî 3 kursî hebûn û tê pêşbînîkirin vê xulê 5 kursiyan bidest bixin.

Şerîf Silêman ku berbijêrekî Êzidî ye bo parlamentoya Iraqê, li gund û komelgehên Kurdên Êzidî bangeşeya xwe dike. Ew di hilbijartinên 2018an de jî berbijêr bû, lê bi ser neketibû, ji ber ku dengên wî li gor sîstemê li parêzgehê belav bûbûn. Ew vê carê li bazneke diyarkirî berbijêr e û bi hêvî ye ku serbikeve.

Şerîf Silêman, berbijêrê hilibjartinên parlamentoya Iraqê, dibêje, “Ez dê behsa (projeyên) xwe bikim ji Başîk, Behzan heta Şêxan, Xetar, Xanke, Şarya, Babîr, Nifîryê, Sirîçka û Buzunu Baedrê, ev deverên min in. Hema bêja hemû min dinasin û ev başiya wê ye, ji ber ku bi rengekî rasterast me peywendî heye û ji ber vê yekê sûd heye ji bo berbijêr û hemwelatiyan jî.”

Li gor rêxistineke taybetmend bi hilbijartinan, dê kursiyên Kurdên Êzidî ji 3 kursiyan bo 5 kursiyan zêde bibin, ji ber ku li du bazneyên parêzgeha Neynewa li gor sîstema nû dengder û berbijêrên wan kom bûne.

Dilgeş Sadiq, Cîgirê Serokê Rêxistina Step a bo demokrasî hilbijartinan, dibêje, “Vê carê sîstema hilbijartinan hatiye guhertin û pêkhata Êzidî li du bazneyên destnîşankirî heye û herdu bazneyan 7 kursî hene û ya baş ev kursî dê bo Êzidiyan bin û jibilî ku kursiyeke kota jî heye û pêşbînî tê kirin kursiyên wan zêde bibin.”

17 berbijêrên Kurdên Êzidî ji aliyê cuda cuda hene ku 7 ji wan bo kursiya kotayê ne û 10 jî li bazneyên du û sê yên parêzgeha Neynewa hevrîkiyê dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi