شبكة لالش الاعلامية

Erdheja Mexribê: Hejmara miriyan gihîşt 2 hezar kesan

Erdheja Mexribê: Hejmara miriyan gihîşt 2 hezar kesan

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê ragihand ku 2 hezar û 12 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest daye.

Pêr li Mexribê (Fas) bi hêza 7 pileyan erdejek çêbûbû.

Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê bi daxuyaniyeke amarên herî dawî belav kirin.

Li gorî Wezaretê di erhejê de heta niha 2 hezar û 12 kesan canê xwe ji dest daye û 2 hezar û 59 kes jî birîndar bûne.

Saziyên herêmî, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sivîlan ji bo tespîtkirina ziyanên erdhejê û alîkariya pêwîst bigihînin kesên hewcedar bi hemû derfetên xwe hatine seferberkirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fistiqên Sêrtê êdî li Zaxo jî hêşin dibin

Lalish Duhok

Belavkirina selikên xwarinê li ser hejmarek malbatên kampa Cîm Maşko

Lalish Duhok

Pêşmergeyên jin ‘Roja Pêşmerge’ pîroz dikin

Lalish Duhok