شبكة لالش الاعلامية

Helwesta PDKê li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê

Helwesta PDKê li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê

Firakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê diyar kir ku desteserkirina parlamenterên HDPê xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake.

Firakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê derbarê girtina hevserok û parlamenterên HDPê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Girtin û desteserkirina hevserokên Partiya Dêmokratîk a Gelan û perlemantarên ser bi wê partiyê ve cihê dilgiraniyê ye. Reftarên wiha bi ti awayî xizimeta pêvajoya dêmokrasiyê nakin û di heman demê de, şer û pevçûn û hevdûqebûlnekirin xizimeta pêkvejiyanê nake.”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di rewşeka weke îro de ku li Rojhilata Navîn alozî û şer heye, ji Tirkiye û desthilatdariya wê tê xwestin aşitî û dêmokrasiyê serdest bike.

Firakisyona PDKê di daxuyaniya xwe de wiha aniye ziman: “Em di wê hêviyê de ne ku her çi zûtir pirsgirêk bên çareserkirin û rêya aşitiyê dewsa rêyên tundî û hevqebûlnekirinê bigre.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingal.. Ji ber hebûna Heşda Şebî kar li ser gorên bikom nayê kirin

Lalish Duhok

Xortekî Kurd li Almanyayê xwe şewitand

Lalish Duhok

Li Efrînê erdhejê çîrokên dilêş li pey xwe hiştin

Lalish Duhok