شبكة لالش الاعلامية

Li Şingal.. Ji ber hebûna Heşda Şebî kar li ser gorên bikom nayê kirin

Li Şingal.. Ji ber hebûna Heşda Şebî kar li ser gorên bikom nayê kirin

BasNews

Berpirsê Doseya gorên bikom li qeza Şengal diyar kir ku, heta niha 38 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin lê ew deverên ji aliyê Heşda Şebî ve hatine rizgarkirin em nizanin çend gorên bikom têde hene ji ber ku, Heşda Şebî rênadin kar li ser wan were kirin.

Berpirsê Doseya gorên bikom li qeza Şengalê Hisên Qasim Hesûn ji BasNewsê re ragehand ku, biryare gorên bikom yê qeza Şingalê bêne vekirin, heta niha 38 gorên bikom hatine dîtin û hemû hatine parastin di nav de jî tê çaverêkirin ku, hejmareke mezin ji sivîlan tê de hatibine kuştin.

Herwiha Berpirsê Doseya gorên bikom li qeza Şengal da zanîn ku, niha em nikarin ji ber hebûna Heşda Şebî serdana wan navçeyên ku, ji aliyê wan ve hatine rizgarkirin bikin ji ber ew rênadin em kar li ser wan gorên bikom bikin taybet li gundê Koço, Sîba Şêx Xidir û Giruzêr û got em hêvîdikim ew gor bêne parastin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

3 sal di ser koça dawiyê ya Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin

Lalish Duhok

Abit Gûrses: Bêgûman şerê Kurd bi Kurda ra nebaş e, malwêranî ye

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a çalak dubare dikim

Lalish Duhok