شبكة لالش الاعلامية

Li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” bîrewerya karesata Şingalê‌‌ bi gêrana şanogeryekê hate saxkirin

Li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” bîrewerya karesata Şingalê‌‌ bi gêrana şanogeryekê hate saxkirin

Tora laliş ya ragehandinê‌/Xank‌

li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” endamê‌ perlemanê‌ kurdstanê‌ û ‌serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş‌, bîrewerya karesata Şingalê‌ li komelgeha xankê‌ hate saxkirin.

Îro roja sê‌ şembûyê‌ tebaxa 2017ê‌, jibo bîrînana karesata diltezîn ya Şingalê‌‌, bingehê‌‌ laliş tayê‌‌ xankê‌ bi hevkarî digel gropê‌‌(Nu Roj ) û li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” endamê‌ perlemanê‌‌ Kurdistanê‌ û ‌serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş‌, bîrewerya karesata Şingalê‌‌ bi gêrana şanogeryekê‌‌ li jêr navê‌‌( Şehîd Namrn) li gorepana tepa pê‌‌ li komelgeha xankê‌ hate saxkirn, bi amadebûna jimareka berprsên dam û dezgehên hkumî û hzbî û cemawerekê‌‌ zor j xelkê‌‌ komelgehê‌‌ û devera şngalê‌.

li berahyê‌ maweyek rêzgrtin bo gyanê‌ pakê‌ cangoryên kurd û kurdistanê‌ û ser karwanê‌ wan barzanyê‌ nemir û Edrîsê‌ herdem sax çendekê‌ seknîn, paşî peyva bi xêr hatnê‌ ji layê‌ berêz ”Enter Kelo” berpirsê‌ bingehê‌ laliş tayê‌ Xankê‌ ve hate xûndin û dest xoşî li Gropê‌ Nuroj kir, tekez kir ku divêt bi hevra kar bikin bo serbexobûna Kurdistanê‌.‌

Paş dest bi nimayşkirna şanogerya (Şehîd namirn )hate kirin, ku derbrîn ji rolê‌ pêşmergey û cangorya û şerê‌‌ di jî tîrorê‌‌ û berevanîkirn ji axa welatî û tawanên da’ş dijî kiçên êzdyan kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Daxuyaniya civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel partiyên siyasî yên di nav Hikumet û Parlamentoyê de

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Kurdên Îzdî nimûneya berxwedana gelê Kurdin

Lalish Duhok

Di kampên leşkerî yên DAIŞê de 1000 zarokên kurdên êzidî hene

Lalish Duhok