شبكة لالش الاعلامية

Başîk di bin kontrola pêşmerge de ye!

Başîk di bin kontrola pêşmerge de ye!

 Hate gotin ku Hêzên Pêşmerge navçeya Başîkê bi temamî kontrol kiriye. Pêşmerge ji 4 milan ve ketine Başîkê.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku fermandarên pêşmerge gotine, ku Başîk hatiye kontrolkirin.

Li gorî gotina peyamnêrê me çekdarên DAIŞê di nav tunelan de mane û Hêzên Pêşmerge ji bo peydakirina wan karên lêgerînê dikin.

Hêzên Pêşmerge îro (07-11-2016) demjimêr 07.00ê danê sibê dest bi operasyona kontrolkirina navçeya Başîkê kirin ku ev navçe du hefteye di bin dorpêça pêşmergeyan de bû.

Fermandarên pêşmerge di dema operasyonê de derbarê rewşa şer agahî dane Rudawê.

Ezîz Weysî: DAIŞî bi dîl hatine girtin

 

Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî derbarê operasyonê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji bilî Hêzên Pêşmerge û hêzekî Pêşmergeyên Roj, ti hêzeke din di operasyona Başîkê de cîh nagrin.”

Weysî herwiha da zanîn, ku operasyon bi serkeftî, li gorî nexşeya hatiye danîn birêve diçe û got: “Heta niha ziyana canî ya pêşmergeyan nîne. Şer li gorî nexşeya cenabê Serok Barzanî dimeşe. Hêzên me gelek pêş de çûne. Gelek terorîst hatine kuştin û dîlên wan di destê me de ne.”

Salar Teymûr: Termê 15 çekdaran di destê pêşmerge de ye

Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Salar Teymûr jî got: “Şer li her çar dewrê Başîkê berdewam dike. Li milê eniya Behzan 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan di destê pêşmergeyan de ye. 2 çekdarên DAIŞê yên xelkê Mûsilê jî dîl hatine girtin.”

Teymûr diyar kir, ku heta niha ji sedî 60 plana operasyonê bi serkeftî pêkanîne.

Ebdulmuheymen Barzanî: Îro dê Başîk bê kontrolkirin

 

Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê li Başîkê Ebdulmuheymen Barzanî jî ji Rûdawê re got: “Ev du heftene Başîk di bin dorpêçê de bû, îro şer dest pê kir. Çekdrên DAIŞê nikarin xwe li hember êrîşa pêşmergeyan rabigrin.”

Barzanî herwiha diyar kir, ku dê navçeya Başîkê îro bi temamî bê kontrolkirin.

Hecî Mehmûd: Pêşmerge bixwaze kontrol dike

Fermandarê Pêşmerge Mihemedê Hecî Mehmûd jî balkêşa ser pirtgiriya hêzên hevpeymanan û ragihand: “Firokeyên hevpeymanan ji esmanan ve pêgehên DAIŞê bombebaran kirin û hevkariyeke temem dane pêşmerge.”

Hecî Mehmûd behsa serkeftina pêşmerge jî kir û got: “Pêşmerge li kê derê bixwaze kontrol dike. Ti hêzeke terorîstan nikare li hember pêşmerge şer bike. Morale pêşmerge bilind e û piraniya DAIŞiyên vê derê jî yan hatine kuştin û yan jî revîne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bikarhênerên Gmail ê li ser astê cîhanê gihişte milyarek kesan

Lalish Duhok

Barzanî û nûnerê Obama civiyan

Lalish Duhok

Dihok..Master pilana avakirina Şingalê hate danîn

Lalish Duhok