شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî bi xwendina qewleke Êzidiyan: Êzidî û Kurdistan ji hev nayên cudakirin

Nêçîrvan Barzanî bi xwendina qewleke Êzidiyan: Êzidî û Kurdistan ji hev nayên cudakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasima bibîranîna qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzidî de li Duhokê, qewleke êzidiyan xwend, ku têde tê gotin, Êzidî Kurd in û nasnameya wan Kurdistanî ye.

Nêçîrvan Barzanî di merasima 5. Salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de ku li bajarê Duhokê bi beşdariya Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg û gelek rayedarên Herêma Kurdistanê û nûner û konsulên welatên biyanî birêve diçe, tekezî li ser nasnameya Kurdbûn û Kurdistanîbûna Kurdên Êzidî kir.

Nêçîrvan Barzanî di dema xwendina gotara xwe de, qewlek Kurdên Êzidî jî xwend ku têde tekezî li ser şanazîkirina êzidiyan bi Kurbûn û Kurdistanîbûna xwe tê kirin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku Kurdistan û Êzidî ti cara ji hev nayên cudakirin.

Qewla ku Nêçîrvan Barzanî xwend bi vî awayî ye:

Em Êzidî ne

Ser navê Sultan Ezîn e

Bi ol û erkê xwe di razî ne

Cabê bidin Kurdistanê

Bila qayim bikin Îmanê

Şerfedîn mîr e li dîwanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingal- PKKê 2 efserên Pêşmerge revandine

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Pêşmerge dike

Lalish Duhok

Konsula Brîtanya: Pêwîste rêkeftina Şingalê bê cîhbicîh kirin û jiyana Êzidiyan bê asayî kirin

Lalish Duhok